Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Yên tawana şehîdkirin Pêşmergeyan kirine dê bighên cezaya xwe

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî sersaxî xwest ji malbatên wan Pêşmergeyên ku di encama êrîşa PKK de şehîd bibûn û got, yên Pêşmerge şehîd kirin dê bighên cezaya xwe.

Îro Yekşema 06.06.2021 Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi malbatên wan Pêşmergeyên qehreman re kir ku di 5.6.2021 li erkê asayî yê xwe de û di encama êrîşên çekdarên PKK de şehîd bibûn.

Serok Barzanî ji malbatên wan şehîdan re got, pirse û sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e û paşê yê we ye. Herwiha hevsozî û hevxemiyên xwe bo wan gihand. Serok Barzanî ji bo malbatên şehîdan tekez kir ku yên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan kirine dê bighên sizayên xwe.

Piştî wan peywendiyan Serok Barzanî her bi rêya telefonê ligel yek bi yekê wan Pêşmergeyan jî re axivî ku ji ber êrîşa çekdarên PKK roja 5.6.2021 birîndar bibûn û hêviya başbûna bilez ji bo wan xwest.