Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Usame Nuceyfî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya (El Iraqul Mutehidun) Usame Nuceyfî kir.

Îro Yekşema 06.06.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Partiya (El Iraqul Mutehîdun) û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî li Iraqê hate nirxandin û ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û tekez li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinan di dema xwe da kirin. Her wiha herdu alî li hemberî wê girîngiya ku civaka navdewletî bi mijara hilbijartinên pêşerojê yên Iraqê dide xweşhaliya xwe nîşanda.

Rewşa parêzgeha Nînowa mijareke dinê vê hevdîtinê bû herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e bingehên dewleta medenî û demokrasiyet li Iraqê were bihêzkirin.