Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedakariya keça Kurd e

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di bîranîna 47 saliya sêdaredana Leyla Qasim peyamek belav kir û tê de got, Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedakariya keça Kurd e.
Îro Çarşema 12.05.2021 Serok Mesod Barzanî li bîranîna 47. çil û heftemîn saliya sêdaredana şehîd Leyla Qasim û hevalên wê peyameke li rûpela xwe ya fermî ya li twitterê belav kir ku ev jî naveroka wê ye:

“Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedakariya keça Kurd e. Wê ji bo gelê xwe mirina serbilindane hilbijart lê belê amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike û destberdarê bîr û baweriya xwe bê û xwe neçemand.

Di bîranîna çil û heft saliya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, hezar silav li giyanê pakê şehîd Leyla û hemû şehîdên rêya azadiyê.”