Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziya di navbera Îsraîl û Filêstinê de got: “Em ji ber aloziyên çend rojin di navbera Îsraîl û Filêstinê de berdewam in, ku bûne sedema kuştina kesên sivîl dilgiran in.” Nêçîrvan Barzanî herwiha banga çareseriyê aştiyanê bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û bang li Îsraîl û Filêstinê kir ku pirsgirêkên xwe bi rengek aram û aştiyane çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ji ber êrişan xelkê sivîl û zarok dibin qurbanî û herwiha cihên pîroz dibin armanc.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em ji ber armancgirtina cihên pîroz û tundûtujiyên vê dawiyê yên di navbera Îsraîl û Filêstinê de gelek dilgiran in ku dibin sedema canjidestdana xelkê sivîl û zarokan. Ji bo bidawîkirina aloziyên heyî, em banga aliyan dikin ku aram bin û çareseriya aştiyane bikin.”