Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Cejna Remezanê li Pêşmerge û malbatên serbilindan pîroz be

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ji ber hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.

Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, ji hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibe cihê dawîhatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî
30 ê Remezana 1442 yê Koçî
12 ê Gulana 2021 ê Zayînî”