Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta 28 saliya damezrandina Bingeha Laliş

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Serok û Endamên Desteya Bilind a Bingeha Laliş

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezrandina Bingeha Lalişê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên Êzdî dikim. Bingeha Laliş di salên bihûrîda di gel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadir û rewşenbîrên civaka Êzdî, berdewam pêşkeftiye û xizmeteka ber bi çav pêşkêşî kultûrê gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka Êzdiyan kiriye.

Piştevaniyê li bizav û keda bingehê dikim û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê ji bo we û hêviya aramî û xweşiyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzdiyan re dixwazim û her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xweşiyan de

 

Mesûd Barzanî

11.05.2021