Silêmanî-KDP.info- Îro Sêşema 04.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel herdû cîgirên serokê herêmê li Silêmaniyê serdana Mihemed Hacî Mehmûd Sekreter û Polîtburoya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo yekxistin û hevhelwestiya hêz û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê da guftûgo kirin. Di vî derbarî de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, hewl û pêngavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst da zanîn û hemû piştgîriyekî Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dûpat kir.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya bireveçûna tevahiya hêz û aliyên siyasî beşdar û derveyê Hikûmetê ji bo hewlên yekrêzî û dirustkirina çarçêweyekî hevbeşa alîkarî û hemahengiya di navbera aliyan kir heta hemu pêkve bikarin serkeftiyane dijwariyên vê qonaxê derbas bikin û bi karê pêkveyî ber bi paşerojeke baştir ya Herêma Kurdistanê hengav bavêjin.