Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê ligel YNKê civiya

Silêmanî-KDP.info- Di berdewamiya serdana xwe ya Silêmaniyê de, îro Sêşema 04.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Hevserok û Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê civiya.

Di civînê de ku Cîgirên Serok amadebûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêwîstî û girîngiya karê hevbeş û pêkveyî ya di navbera tevahiya hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê mîsogerkirin û parastina maf û berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê û niha û qonaxên paşerojê da, tekez li berpirsiyarî û rol û pêgeha diyar û bandor ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li yekrêzî û tebayî û proseya siyasî û hukimraniya Herêma Kurdistanê û ya li ser asta Iraqê da kir.

Ji aliyê xwe ve birêzan Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bilî destxweşiyê, hemû piştgîriyekî Yekîtî ji bo hewl û hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi navê nehiştina nakokî û pêkanîna yekdengî û hevhelwestî û yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê de dûpat kir û hemû hevkariyek ji bo serxistina wan hewlan nîşan da û hevrê bûn ku pêwîst e mekanîzm û çarçêweyekî hevbeş ji bo pêkvekarkirin û alîkarî û hemahengiya di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de hebe.

Pêngavên ji bo amadekirina destûra Herêma Kurdistanê rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, hilbijartinên bê yên Iraqê û komek mijarên cihê girînga hevbeş, çend mijareke dinî civînê bûn.