Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Divê em yek bin, eger na Kurdistan dê zirarê bibîne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Silêmaniyê li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û li gel Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê jî civiya. Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinên li gel Goran û YNKê ragihand, hemû hewlên wan ji bo “pêkanîna yekrêziyê” ye û tekez kir, “divê Kurd yek bin eger na Kurdistan dê zirarê bibîne.”

Nêçîrvan Barzanî îro di destpêka hevdîtinên xwe yên li gel partiyên Herêma Kurdistanê de, serdana Tevgera Goranê kir û li gel Rêkxerê Giştî yê Goranê, Omer Seyîd Elî civiya.

Piştî vê hevdîtinê, Nêçîrvan Barzanî serdana YNKê kir.

Derbarê naveroka hevdîtinan de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da medyayê û ragihand, “pêştir me civînek li Serokatiya Herêma Kurdistanê saz kir û di vê civînê de me biryar da ku serdana partiyan bikin û ligel partiyan hewlên ciddî bidin daku pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene, kêm bikin.”

Mijareke sereke ya civînan, amadekirina Destûra Herêma Kurdistanê bûye, derbarê vê yekê de Nêçîrvan Barzanî got, “me xwest hewl bidin têkildarî Destûrê hinek nêrînan li gel partiyan bidin û bistînin.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ew li gel hemû aliyan dicive û gotûbêjan dike ji bo “diyarkirina mekanîzmekê bo amadekirina Destûrê”, ku ew jî karê parlamentoyê ye. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “tekez hewlên ciddî hene ji bo ku Destûr bê cîbicîkirin.”

Yek ji mijarên ku di hevdîtinan de gotûbêj li ser hatiye kirin, hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên bê û amadekariyên aliyên Kurd bo wan hilbijartinan bûye. Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, divê Kurd berî hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî li Bexdayê yekdeng bin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê de got: “Pêwîst e tevaya partiyan çarçoveyekê bibînin ji bo hevahengiyê, çimku eger em hemû bi hev re bin, wê demê em dikarin hinek ji destkeftên xwe li Bexdayê pêk bînin, eger em dûrî hev bin, bê guman Herêma Kurdistanê dê zirarmendê yekem be û hemû hewldanên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ji bo vê ye ku em vê yekrêziyê pêk bînin.”