Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Komela Dadgerî û Yekgirtiya Îslamî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 03.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr li gel Cîgirên serokê HerêmaKurdistanê, serdana her yek ji Komela Dadgeriya Kurdistanê û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Di herdu hevdîtinên cûda de li gel her yek ji Mamosta Elî Bapîr Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê û Mamosta Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û berpirsên herdu aliyan, rewş û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hatin nirxandin.

Di herdu hevdîtinan de tekezî li ser girîngiya berdewamiya karê pêkveyî û hewldana hemû aliyaneya alî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê yekrêzî û tebayî de kirin û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê wekî sêwana komker ya hemûyan bi bilindî hate nirxandin.

Hemû hevnerîn bûn ku rûbirûbûna gefên niha û paşerojê ya Herêma Kurdistanê û karkirina ji bo hebûna çarçêweyekî karê hevbeş ya di navbera aliyan ya ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û dûrî ji nakokî û cûdahiyên siyasî, erkê hemuya ne.