Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 03.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê kir.
Di civînê de rewşa Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û pêşbîniyên ji bo nexşeya siyasî ya paşeroja welat, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên DAIŞê û tevgerên wê, alîkarî û hemahengiya di navbera aliyan ya bi navê aramiyê da, rewşa navçeyê û çend pirseke din guftûgo kirin.
Herdû alî kok bûn li ser pêwîstî û girîngiya karê pêkveyî û niştimaniya hemû desthilatan û alî û pêkhatên welat ya ji bo rûbirûbûna gefan û derbaskirina kêşe û qeyranan û parastina yekrêzî û tebayî ya ji bo aramiya welat, herwiha hêvî xwest encama hilbijartinên bê, bersîva çaverêkiriyên welatiyan bê, ji bo aramî, xizmetguzarî û jiyan û pêşerojeke baştir.