Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 03.05.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbusî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandeke li gel kir ku ji hejmarek endamên Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê pirse û sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî gihand ji bo giyanê pakê wan Pêşmergeyên di çend rojên derbasbûyî de ji ber êrîşa DAIŞê şehîd bûn, herwiha êrîşên li ser Herêma Kurdistan û Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê ji bo aramiya navçeyê û Iraqê girîng e.

Her di vê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û gefên li ber aramiya Iraqê û hilbijartinên pêşerojê hatin nirxandin.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş yê aliyan ji bo parastina aramiya siyasî kirin.

Hêjayî gotinê ye di vê hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Polîtburoya PDKê û Xesro Goran Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDKê amade bûn.