Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir

Îro Pêncşema 29.4.2021 Serok Mesûd Barzanî li Selahadinê peşwaziya Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di civînê de li ser guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên Iraqê sekinîne û di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên pêşerojê, gefên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîne.

Herwiha di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zelal kirin û hemahengiya di navbera wan de ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê weke bingeheke hat zanîn.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyan de jî hatin nîqaşkirin.