Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 28ê Nîsana 2021ê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Mitja Leskovar kir.
Balyozê Vatîkanê Mitja Leskovar spasî û pêzanînên Papayê Vatîkanê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re gihand ji bo serxistina serdana wî bo Herêma Kurdistanê û parastin û mêvandarîkirina Krîstiyan û aware û penaber û hemû wan kesên ji tirsa zilm û zordariyê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirin û bihêzkirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê car din anî ziman û serdana cenabê Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi dîrokî bi nav kir û hêviya xwe anî ziman ku bibe sedema zêdekirina kultura lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Iraqê de.
Di beşeke din a civînê de li ser pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û girîngiya cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di demeke herî nêz de, gotûbêj hat kirin.
Herwiha rewşa Deşta Neynewa û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser asayîkirina rewşa wan deveran û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê hat kirin.