Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mihemed Cewad Zarîf kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir. Zarîf got “Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir. Di nava şanda Cezad Zerîf de, balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescîdî, konsolê Îranê li Hewlêrê Reşnûdî û Konsûlê Silêmanyê Mehdî Şûşterî hebûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê debehsa pêwendiyên dîrokî yên Kurdistanê û Îranê kir û diyar kir ku di rojên zehmet de Îranê piştgirya Kurdistanê kiriye û got, li gorî berjewendiyên hevpar di warê aştî û aramiyê de Herêma Kurdistanê dê bi Îranê re di nav têkiliyên cîrantiyek baş de be.”

Cewad Zarîf tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî digel herêma Kurdistanê baştir bike.

Zerîf, ji ber êrişên roketî yên vê dawiyê dijî Hewlêrê, dilgiraniya xwe anî ziman û got “Îran îstîkrar û aramîya heremê dixwaze. Îstîkrar û têkîliyên aborî di berjewendiya herdû aliyan de ye.”

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên hevpeymaniyê, rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên bazirganî yên dualî û bazirganiya sînor û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.