Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî derbarê Madeya 140 ji Encûmena Asayişa NY re nameyek şand

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza zêdetirkirina rola navdewletî di cîbicîkirina madeya 140 û herwiha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de dike. Di nameyeke fermî de bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û 15 welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de, Nêçîrvan Barzanî hejmarek daxwaz bi fermî arasteyê navenda biryara navdewletî dike.

Ev di gelek rewşan de hikûmetên piraniya welatan neçar dike ku rasterast bi endamên encûmenê re tevbigerin ji bo her guherîneke ku di rola NY û dezgehên navdewletî di mijareke destnîşankirî de bixwazin.

Ev daxwazên Nêçîrvan Barzanî ji NY û endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî ne:

Desthilata bêhtir bi şandiya sekreterê giştî yê NY were dan û rola wê ya bêhtir di navbênkariya navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan, xasma pirsgirêka dabeşkirina samanên siruştî û herweha cîbicîkirina madeya 140.

Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya daxwaza hikûmeta Iraqê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dike ji bo zêdetirkirina rola NY di birêvebirina hilbijartinan de li Iraqê û piştrastbûna ji wê yekê ku hilbijartinên cotmeha îsal li Iraqê bi başî û dûrî binpêkariyan birêve diçin.

Di nameyê de serokê Herêma Kurdistanê daxwaza wê yekê dike ku di naveroka proje-biryara nû ya Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Iraqê de, piştgiriya fermî ya encûmenê hebe ji bo wê peymana ku vê dawiyê di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de rû da derbarê budce û dabeşkirina samanên siruştî.

Nêçîrvan Barzanî daxwaza hevkariya mirovî û piştgiriya bêhtir ji bo koçberên Herêma Kurdistanê û baştirkirina jiyana wan li kampan dike.