Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 11 Nîsana 2021an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt û şanda pê re kir.

Di civînê de Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt armanca serdana xwe ji bo Iraqê û hevdîtina wî ligel serokatiyên Iraqê ji Serok Barzanî re diyar kir. Hêviya wê yekê jî xwast ku Iraq bikare dûrî destêwerdana derveyî ber bi aramiyê ve biçe û tekezî li girîngiya pêwendiyên di navbera welatên erebî û Iraqê de kir.

Her di wê civînê de, her du aliyan zehmetiyên li pêş projeya siyasî ya Iraqê, pêkvejiyanê û çespandina bingeha hevpariyê li Iraqî guftûgo kirin.

Gef û metirsiyên terorê û hizra tundrewiyê li ser Iraqî û welatên navçeyê, tewereke din a hevdîtinê bû.