Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê civiya.
Di civînê de rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û emnî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê hatin guftûgokirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşkêşkirina beşek ji bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê, tekez li ser girîngiya rola yarmetîdera tîma Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir ku li navbera hemû hêz û aliyan da li guftûgoyê daye û dixwazê li çarçêweya erkê xwe ya li Iraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hevkariyê bike.
Ji aliyê xwe ve xanima Plasschaert xweşhaliya xwe bi berdewamiya guftûgoya Hewlêr – Bexda derbirî û hêvî xwest Herêma Kurdistan û Iraq bi guftûgo û li ser bingeha destûrê bigihin çareserkirina kêşeyan û hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina rewşê û bi navê aramiyê da pêkve hevkar bin.