Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Encumena Bilind a Dadwerî civiya

Hewlêr-KDP.info- Di berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê, êvariya îro şemî 10.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Fayeq Zêdan Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê û hejmareke ji Dadwer û Serokê Dadgehan civiya.

Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Encumena Bilind a Dadwerî û bi taybetî Zêdan a ji bo hewl û rola wî ya erênî ya li yekalîkirin û çareserkirina kêşeya hemwarkirina yasaya Dadgeha Federalî û damezrandina dadgehê kir ku biryare li paşerojeke nêzîk da destbikar bê û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Herdu alî rijd bûn ku erkê Dadgeha Federalî dijwar û girînge kar û biryarên wî û yekalîkirina kêşeyan, rengvedana sîstemeke bihêz a dadgeriyê bê û baweriya tevahiya pêkhatên Iraqê bihêztir bike û hemû li vî derbarî de bi tevahî hest bi piştrastiyê bikin.

Di beşeke dinê civînê de tekez li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya di navbera saziyên Dadweriyên Federal û Herêma Kurdistanê de kirin û çendîn mijarên dinê di derbarê desthilata dadwerî û sazî û damezraweyên dadwerî guftûgo kirin.