Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Hewlêr-KDP.info- Piştî nîvroya îro şemî 10.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Li serdana xwe da li gel birêzan Serok Wezîr, Serok Komar, Serokê Encumena Nûneran, Serokê Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û serkirde û berpirsên bilindên siyasiyên welat komdibe.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel serkirdayetî û aliyên siyasiyên Iraqê, pêşhatên dawî û rewşa Iraq û peywendiyên Hewlêr – Bexda û rewşa navçeyê û pêkve kar kirin û hemahengiya hemû aliyan ya bi navê aramiya Iraq û navçeyê da, guftûgo dike.