Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdistan û Koriya Başûr pêwendiyên xwe yên abûrî û bazirganî bihêz dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Koriya Başûr li Iraqê kir.

Îro Pêncşema 8.4.2021 Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Helwêrê pêşwazî li Balyozê Koriya Başûr li Iraqê Cang Kiyong Wûk û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku Konsulê giştî yê Koriya Başûr li Hewlêrê Koy Çiwan Jîn jî amade bû, behsa pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koriya Başûr hat kirin.

Balyozê Koriya Başûr amadehiya welatê xwe nîşan da bo bihêzkirina pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi taybet di warên abûrî, bazirganî û çandî û alîkarîkirina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê jî spasiya alîkariyên Koriya Başûr kir û behsa dostaniya bihêz a di navbera Koriya Başûr û Herêma Kurdistanê de kir û piştevaniya xwe jî bo pêşxistina pêwendiyên herdu welatan nîşan da.