Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber biryara 688 a sala 1991ê Nêçîrvan Barzanî sipasî ji serokê Ekuador re şand

Hewlêr-KDP.info- Ji ber piştgîriya welatê Ekuador ji bo Kurdistanê di biryara 688 a sala 1991, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina gelê Kurdistanê hatibû derxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sipasiyê ji serokê wî welatî re şand.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dilawer Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji bo gihandina nameya Seokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo destê Serokê Ekuador birêz Lênîn Morênîno, me serdana Balyozxaneya Komara Ekuador li Yekîtiya Ewropa kir û me ew name da destê wan.”

Derbarê naveroka wê nameyê, Dilawer Ajgeyî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de spasiya hikûmet û gelê Ekuador dike ji ber rola wan a berçav di derketina biryara 688 a Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî de, ku ew biryar ji bo avakirina navçeyeke aram û bêfirîn di sala 1991ê de.”

Ajgeyî wiha domand: “Her di wê serdanê de me pirtûkek li ser Kurdistanê da Balyozxaneya Ekuador.”

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê wiha got: “Di çend rojên derbasbûyî de me nameyên spasiyê yên nameyên Nêçîrvan Barzanî gihandin destê serokwezîrên Baljîka û Portogal.”

Sala 1991ê Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî biryara bi navê 688 ya navçeyeke parastî û dijefirîn ji bo parastina gelê Kurdistanê derxist û di wê biryarê de welatên Baljîka û Portogal û Ekuador ligel beşek ji welatên Encûmena Asayişa Navdewletî dengê xwe dan wê biryara ku Fransa pêşkêş kiribû.