Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê Usama Nuceyfî kir.
Îro Çarşema 07.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usama Nuceyfî Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê guftûgo kirin û her wiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên bê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn.