Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Endonezya li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Endonezya li Iraqê kir.

Îro Çarşema 07.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Êlmar Îwan Lubîs Balyozê Endonezya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Endonezya li Iraqê sosretiya xwe bi xwezaya xweşika Kurdistanê û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku welatê wan dixwaze peywendî xwe ligel Kurdistanê berfireh bike û derfeta sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê ji wan re çêbibe.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mêhvan kir û pêşwaziyê li berfiretirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê ya li warên cûda cûda de kir.