Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em amade ne hemû pêbendiyên xwe yên derbarê budceyê de bicîh bînin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bo bicîhanîna hemû pêbendiyên xwe yên yasaya budceya giştî ya Iraqê.

Îro 07.04.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna encûmena wezîrên herêma Kurdistanê civîneke çapmeniyê li darxist.

Di civîna çapemeniyê de Mesrûr Barzanî ragehand, di civînê de guftûgo derbarê pirsa pejirandina budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê û 30.mîn salvegera biryara 688 a encûmena asayîşa navnetewî ya ji bo parastina gelê Kurdistanê hatine kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê pejirandina kirina budceya giştî ya Iraqê  de got, derbasbûna budceyê destkefteke bo hemû gelê Iraqê û herwaha bo gelê Kurdistanê jî. Pêwîstbû budce bi awayekî asayî derbar biba û wek destkeft lê neyê nêrandin. Lê mixabin ev mijar bû mijarek siyasî, demeke dirêj xwest ku şandeya danûstankar a herêmê li gel aliyên federal ê hikûmeta Iraqê kareke zêde kirin ku îspat bikin pirsgirêk teknîk û malî nînin, ji ber pirsgirêk siyasî ne û dawiyê de jî geheşt encamê.

Herwaha got: ‘’Derbasbûna vê yasayê hewsenge û hemû alî serkeftî dibin. Destxweşiyê li şandeya danûstankar a herêmê em dikin ku bi rêkûpêk biryarên encûmena wezîran gehandin cîh. Spasiya serokatiyên herêma Kurdistanê û Iraqê dikim û spasiya hemû wan aliyên siyasî û parlamenteran dikin ku çi li Kurdistanê û çi li Iraqê piştevaniya derbas kirina yasayê kirin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Spasiya taybet bo cenabê Serok Barzanî dikim ji ber peyvendiyên rasterast li gel aliyên siyasî yên Iraqê wek werçerxanekî bû bo guhertina nêrînên wan aliyan û piştevanî kirina wan di derbas kirina yasaya budceyê de.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Hikûmet naha di karê bicîhanînê de ye. Di civînê de me behsa çawaniyên bicîhanîna yasa û maf û hewceyiyan kir.’’

Herwaha got: ‘’Em li bendê ne Bexda di 3 mehên yekem ên îsal de hewceyiyan bicîh bîne, me daxwaz ji hemû wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê kirine bo pêbendbûna herêma Kurdistanê bi yasaya budceyê bikin.’’

Serokê hikûmetê got: ‘’Em pêbendiyên xwe li hember hikûmeta federal emê bicîh bînin û çi erkekî jî bikeve ser me em amade ne bicîh bînin. Em li bendê hikûmeta federal jî erkên xwe yên dabîn kirina mafên darayî yên herêma Kurdistanê bicîh bîne. ‘’

Derbarê xala duyem a biryara sala 1991ê ya 688ê ya Netewên Yekbûyî(NY) de jî Serokwezîr Barzanî got: ‘’Hûn dizanin 30 sal berî naha tekoşîna giştî ya gelê Kurdistanê wisa kir ku dunya hest bi êş û azarên xelkê Kurdistanê hesiya û biryara 688 a encûmena asayîşa Nyê derket û wê biryarê wisa kir ku navçeya dijefirîn û navçeya aram bê avakirin.’’

Herwaha got: ‘’Em pêzanînên xwe bo alîkarî û hewarhatina Nyê re dikin û em li bendê ne di alîkarî kirina xelkê herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de bi giştî berdewam bin bo derbas kirina wan pirsgirêkên ku hene.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Ji bo tekoşîna hember terorê pêwîstiya me bi alîkariyê heye, herwaha ji bo krîza darayî jî pêwîstî bi hewkariya li gel civaka navnetewî heye.’’