Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li bîranîna 41 saliya jenosayda Kurdên Feylî da

Hewlêr-KDP.info- Li bîranîna 41 (çil û yek) saliya zincîre tawanên jenosayd û ji welat derxistin û bêseruşûnkirina xûşk û birayên Kurdê Feylî da, şehîd û sîtemlêkiriyên wê ji bîr neçûne û wan bi rêz û rûmetê ve bi bîr tînîn.

Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, ji wan wergirtina regezname û zeftkirina mal û mulkên wan, jenosaydeke regezperestaneya Be’es bû beramber bi Kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî Kurdbûn û dakokîkirina li nasname û mafên rewayên mîlletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.

Nasandina wan tawanan bi jenosayd ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve, biryareke dadperwerane û rewa bû, ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebukirina maddî û me’newî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan.

Daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne û mulk û mal û regezname û mafên wan yên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sîtemdîtiyên Feylî bi cîh bîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.

Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind ra dişînîn. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê meye.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04.04.2021