Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Remzî Şeiban têkoşerekî niştimanperwer bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Remzî Şeiban peyamek belav kir û ragihand: “Remzî Şeiban têkoşerekî niştimanperwer bû û jidestdana wî ziyaneke mezin e ji bo PDKê.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber wefata Remzî Şeiban di peyamekê de sersaxî ji malbata wî re xwest û ragihandiye: “Nûçeya koça dawî ya pêşmerge, têkoşer, siyasetvanê dilsoz û Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demorkata Kurdistanê, xwedêjêrazî Remzî Şeiban, em xembar û dilteng kirin. Serxweşiyê li malbata wî ya birêz û li cenabê serok û li xwe û polîtboruyê, encûmena serkirdatî, tevahiya kadro û heval û cemawerê Serkirdatiya Partiya Demorkata Kurdistanê dikim, hevbeşê xema hemûya me.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Remzî Şeiban ji wan pêşmerge û têkoşerên rast û dirist û niştimanperwer bû, ku bê veqetiyan û westiyan, tevaya temenê xwe ji bo doza gelê xwe û armancên wê terxan kir. Bi emanet û dilsoziyeke herî bilind erkên xwe pêk dianî û ti carî xemsarî û dudilî û sarbûn jê nehat dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar dike: “Jidestdana wî zirareke mezin e bo PDKê û tevaya têkoşeran, ji bo min bi xwe jî birayekî mezin û mamosteyekî xwedî ezmûn bû.”