Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa li Parîs dicivin

Hewlêr-KDP.info- Li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Parîs û sibe Sêşemê 30ê Adara 2021an li Koşka Elyseeyê ligel Macron dicive.

Di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, nexweşiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Herwiha herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.