Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Japonyayê pesnê Herêma Kurdistanê da

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Japonyayê yê li Iraqê, pesnê Herêma Kurdistanê da û ji ber asankariyên bo rêxistinên Japonî spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

Balyozê Japonê yê li Iraqê Suzuki Kotaro, îro Çarşema 17/03/2021, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di civîna Suzuki Kotaro û Nêçîrvan Barzanî de, hevkariyên Japonyayê, derfetên weberhênanê, sermayeguzarî û êrişên terorî û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Balyozê Japonyayê yê li Iraqê, di civînê de ji ber pêkanîna rewşeke aram û seqamgir, pesnê Herêma Kurdistanê da.

Balyozê Japonyayê spasiya Herêma Kurdistanê kiriye ji ber wan asankariyên ku pêşkêşî ajans û rêxistinên nehikûmî yên Japonê dike û dûpat kiriye ku welatê wî dê li ser alîkarî û hevkariya bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û li gor warên pêwîst proje û karên xizmetguzarî dike.

Di civînê de ku Berpirsa Ofîsa Konsulxaneya Japonyayê li Hewlêrê Nagyama Yoshiko jî tê de amade bû, behsa rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê jî hat kirin û herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn, piştî ku xizmetguzarî û derfetên kar bo wan hatin dabînkirin, divê koçber bi daxwaza xwe vegerin cihên xwe.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya temambûna erk û karên wê, spasiya Nagayama Yoşîko kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.