Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonyayê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonyayê li Iraqê kir.

Îro Sêşema 16.03.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li Suzukî Kutaru Balyozê Japonyayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Japonyayê sersamiya xwe bi aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku ew aramiya Herêma Kurdistanê yarmetîdere bo ku rêxistin û kompanyayên Japonî bikarin bi başî û bê gîr û girift li Kurdistanê kar û çalakiyên xwe encam bidin. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda bi taybetî li warê çandin û karebayê de pêş bikevê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo wan yarmetiyên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasî gel û Hikûmeta Japonyayê kir û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera herdu aliyan xwest.

Di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê her du alî tekez li ser diyalog û rêkarên aştiyane ya ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyan kir.