Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo wezîrên PDKê: Rêbaza Barzanî rêbaza xizmetkirina milet e..Xwe bi xizmetkarê gelê Kurdistanê bizanin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya kutleya wezarî ya PDK di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Îro Şemiya 13.03.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîma PDK li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kurtî di derbarê kar û bernameyên Hikûmetê û hengavên proseya çaksaziyê ya li warê kertê neft û Pêşmerge û warên cûda cûdayên din û hengavên ji bo zêdekirina dahata Hikûmetê û pêşkêşkirina xizmetguzariya welatiyan xisterû. Herwiha tekez jî li wê yekê kir ku kabîneya Hikûmeta Herêmê wekî tîmeke hemaheng û bihêz û bi bê cûdahiya di navbera aliyên pêkhêneran kar û barên xwe birêvedibe û hewla ewe jî dide ku ji bo dabînkirina dahat û xizmetkirina xelkê pişt bi xwe û şiyanên Herêma Kurdistanê ve bibestê.

Her di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civînê kir û di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên li asta Kurdistan û Iraq û navçeyê û yekrêziya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê rûnkir û balkişand li ser pêwîstiyan. Herwiha destxweşî li hewl û keda tîma PDK li Hikûmetê kir û ragihand pêwîst e ku hûn hemû xwe bi xizmetkarê gelê Kurdistanê bizanin û divê di nav çînên civakê û xelkê hejarê welat de bin û hemû hewl li dewra wê yekê de kom bibin ku desthilat bi dirustî û ji bo xizmeta cemawer bê bikaranîn. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku rêbaza Barzanî rêbaza xizmetkirina xelkê ye û pêwîst e xelkê Kurdistanê kerameta xwe di Hikûmeta xwe de bibîne.

Di beşeke dinî axaftina xwe de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kir û daxwaz kir ku Hikûmet bi pêdagirî û hêzê ve li ser proseya çaksaziyê berdewam be û amadehiya xwe jî ragihand ku ji bo serxistina proseya çaksaziyê ewê pêwîst bê yarmetîderê Hikûmeta Herêmê dibê.