Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevserokê HDPê Mithat Sancar: Barzanî ji me re lêvegerekî mezin e

Amed-KDP.info- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera KDP.info behsa çend mijaran Kurdan liherçar perçeyên Kurdistanê kir.

Malpera KDP.info: Hûn rewşa Kurdan niha çawa dinirxînin?

Mithat Sancar: Beriya her tiştî, ez dixwazim diyar bikim ku bûyerên dîroka cîhanê di sedsala borî di qonaxek pir bilez de herrikîn. Ew tişt, bê guman ji bo dîroka Kurdan jî derbas dibe. Ji ber vê sedsala borî jibo Kurdan sedsalek pir dijwar bû. Sedsala borî ji bo gelê Kurd sedsaleke têkoşînê ya domdar e ku em encam û rengvedana wê îro jî dibînin. Bi sedsalan e mafên bingehîn ên gelê Kurd ji aliyê hêzên serdest ve tê binpêkirin. Bi sedsalan e gelê Kurd rastî êriş, neheqî û komkujiyê tê. Lê gelê Kurd tu car ev bindestî û neheqiya dîrokî û ev qambaxî qebûl nekir; li hemberî vê tunehesibandinê, înkarkirinê, êriş û komkujiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn sedsal in têkoşîna azadiyê, yeksaniyê dimeşîne. Ev têkoşîn her tim ji aliyê serdestan hat terorîzekirin û astengkirin. Di salên dawî de gelên bindest zêdetir bi vê plana qirêj hesiyan û li hemberî vê planê ketin nav helwdanan. Dewletên heremî ên serdest, bi hêzên navnateweyî re di nav tifaqê de ev êrişkarî berdewam kirin. Lê tişta ku serdestiya li ser Kurdan mayînde kir ne hêza dewletên serdest ne jî tifaqên wan ên navneteweyî ne. Ew herî zêde ji parçebûna gelê Kurd hêzê digirin, parçebûna civaka Kurd ji bo wan dibe firsendeke mezin. Lewma ji bo ku bikaribin vê desthilatdariyê berdewam bikin her tim di nav civaka Kurd de nakokî kûr kirin, Kurd zêdetir parçe kirin û hîn jî dikin. Jixwe ev rêbazeke bişaftinê û serdestiyê ye; ew jî parçe bike û bi rê ve bibe! Bi minasebeta vê ramanê gelan li dijî kolonyalîzmê berxwedanek mezin rêxistin kirin. Gelê Kurd jî her çiqas li gor hêvî û bendewariyan, yekîtiya xwe ava nekiribe jî zêdetir di nav hewldanekê de ye. Ev hewldan îro di asteke gelek pêwîst de wek erkeke sereke li ser gelê Kurd e. Em dizanin ku bi vê yekê hêza gelê Kurd wê zêde bibe. Her wiha di salên dawî de tevgerên gelê Kurd pêşengtiya têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê kirin li seranserî cîhanê hîn zêdetir derketin pêş. Her çend dewletên navneteweyî bi hêzên serdest ên heremî re li hemberî gelê Kurd di nav tifaqan de bin jî, her çend li ser tunekirina Kurdan bazarên qirêj didomînin jî, dost û hevalên Kurdan li cîhanê îro ji her demê zêdetir in. Ji bo rawestandina nirxên dewletên mezin îro pêdivî bi peymanek neteweyî ya Kurdan heye. Kurdan bi têkoşîna xwe ya bêhempa di dilê gelên cihanê de hezkirineke mezin ava kirin. Têkoşîna li Kobanî ku Pêşmerge û hêzên Kurd mil dan hev bi hevre têkçûna li dijî DAIŞê dan destpêkirin di dîroka têkoşîna gelê Kurd de qonaxeke nû ye. Em bi vê yekîtiyê şad û bextewar in. Bi vê yekê nêrîna gelên cîhanê ya li hemberî Kurdan bi awayekî erênî guherî. Kurd îro bi vê sedemê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li qada navneteweyî aktoreke mezin û sereke ne. Em dibînin ku ji ber vê serkeftinê, Kurd bandorê li ser siyaseta navxweyî ya dewletên cîhanê dikin û encamên hilbijartinên hin welatan ji egera vê yekê encam dide. Ev jî hêza Kurdan di qada navneweteyî de bi avayekî zelal nîşan dide. Lê ev yek bi tena serê xwe têra azadiyê nake. Pêwîst e ku gelê me vê hêza xwe xurt bike, destkeftiyên xwe mayînde bike. Bi raya me yekîtiya gelê Kurd ji hemû destkeftiyên siyasî mezintir e û em di vê riyê de dixebitin.

KDP.info: Hûn hizra netewî ya General Barzaniyê Nemir wek rêberekî netewî çawa dinirxînin?

Mithat Sancar: Ez cardin rêberê nemir birêz Mele Mistefa Barzanî bi rêzdarî bi bîr tîmim. Mele Mistefa Barzanî jiyana xwe di riya azadiya gelê xwe de borand. Mele Mistefa Barzanî ji bo me yek ji rêber û pêşengekî nemir ê gelê Kurd e. Wekî ku em dizanin, wî ne tenê serhildana Kurdan bi têkoşîna xwe xemiland, wî bandor li ser gelên din jî kir. Em tucarî keda birêz Barzaniyê Nemir û pêşengên gelê Kurd ên din jibîr nakin. Em tu cudahiyê naxin navbera rêber û serokên Kurdan. Bi ya me, birêz Nemir Barzanî ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê, lê ji bo tevahiya Kurdistanê bi hizra azadiyê têkoşîn kir. Em têkoşîna wî, ilmê wî, helwesta wî wekî şîreta mayîndekirina têkoşîna azadiya gelê Kurd dibînin. Mele Mistefa hem têkoşer û hem jî siyasetmaderekî mezin bû. Diplomasiyê jî siyasetê jî şer jî ji bo azadiya gelê xwe kir. Îro jî ev helwdana birêz Mele Mistefa rê nîşanî me dide ku siyaset, dîplomasî, têkiliyên bi hêzên navneteweyî û herêmî re ji bo azadiya gelê Kurd bi kêrî tu tiştekî nayê, zirarê dide doza Kurd. Em ne li dijî têkiliyên Kurdan yên bi dewlet û hêzên herêmî re ne. Bi ya me xwedîderketina mîrasa birêz Barzanî avakirina yekîtiya gelê Kurd, parastina destkeftiyên têkoşîna Kurdan e. Em têkoşîna avakirina yekîtiya neteweyî di heman demê de wekî xwedîderketina vê mîrasê dibînin. Li gorî me cudahiyên siyasî yên gelê Kurd dewlemendiya gelê Kurd e û ev yek ne sedema parçebûnê ye, berovajî wê hinceta yekîtiyê ye.

KDP.info: Heya çi astê hûn yekîtî û yekrêziya gelê Kurd girîng dibînin?

Mithat Sancar: Ji ber gelek sedeman, gelê Kurd, sedsala borî di nav gelek zehmetiyan de derbas kir. Encam û rengvedana wan zehmetiyan îro jî berdewam dikin. Lê ligel wan kêşeyan, gelê Kurd ji her parçeyî berxwedaneke mezin meşand. Ji ber vê yekê, sîstema tunekirinê ya li dijî Kurd û gelên Rojhilata Navîn wekî berê didome. Min di destpêkê de jî anîbû ziman. Bi ya min û partiya min yekîtiya gelê Kurd ne bijarde ye, neçariyeke dîrokî ye. Di vê sedsalê de an dê Kurd jî wekî gelên cîhanê azad bijîn an jî dê têk biçin. Têkçûn ne bijardeyek e lewma em neçarî serkeftinê ne û ji bo vê jî em neçarî yekîtiyê ne. Gelê me îro ji her demê zêdetir nêzikî azadiyê û serfiraziyê bûye. Îro ji bo gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurd, şertê sereke, parastina destkeftiyan e. Îro parastina Hewlerê ji parastina Kobanî destpê dike, parastina Qamişlo ji parastina Şingalê dest pê dike. Ez naxwazim bibim egera çavtirsandinê lê mixabin ku Kurd nikaribin yekîtiya xwe ava bikin dê nikaribin azadiya xwe jî bidest bixin. Ev mesele evqas dîrokî, giring û esas e. Ez bi xwe derbarê vê yekê de hêvîdar im. Bi ya min gelê Kurd di navbera xwe de yekîtiya xwe ava kiriye. Di dema êrişên li hemberî Rojava de me dît ku gelê Kurd bi hestên neteweyî rabû ser piyan. Derbarê vê meseleyê de kêmasiya herî mezin a partiyên siyasî ye. Gelê Kurd di mijara yekîtiyê de pêşengtiya me hemûyan dike, rêberiyê ji bo me dike. Erka siyaseta neteweperwer jî ew e ku li gor vê helwesta gel tevbigere. Hêvî û bendewariya me jî ev e. Em ji bo avakirina yekîtiya gelê Kurd amade ne ku hemû fedakariyê bikin. Em amade ne ku em ji bo yekîtiya gelê Kurd tiştên ji destê me werin ku em bikin. Armanca me ew e ku Kurd di nav xwe de bibin yek û bi cîranên xwe re di nav aştiyê de bijîn.

KDP.info: Niha hinek gef li ser Herêma Kurdistanê hene, hûn pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê û vê destkeftê çiqasî girîng dibînin?

Mithat Sancar: Herêma Kurdistanê, piştî têkoşîneke mezin û dîrokî, niha xwedî destkeftiyeke mezin e. Parastina wan destkeftiyan, ji bo temamî Kurdan giring e. Helbet em dizanin gelek arîşe û kêşeyên Herêmê hene. Lê bi raya me, divê kêşeyên civakî yên Herêma Kurdistanê di nav rê û rêbazên demokratîk de bên çareserkirin. Di siyasetê de krîtera rewabûnê ya rêveberiyê, piştgiriya gel e. Ji aliyê din ve meseleya statûyê ya gelê Kurd li her parçeyî heye. Mafê gelê Kurd li her parçeyî heye ku qedera xwe û pêşeroja xwe diyar bike. Gelê Kurd êdî ne li Herêma Kurdistanê, lê li tu parçeyî jiyana bêstatû qebûl nake. Li her parçeyî jî dê gel biryar bide ka çawa dixwaze bijî. Ev mafekî sereke û navneteweyî ye. Mafê tu hêzeke din nîne ku mudaxeleyî vê yekê bike. Herêma Kurdistanê jî di sala 2017an de referanduma diyarkirina pêşeroja xwe li dar xist. Partiya me jî piştgirî da vê pêvajoyê. Ji ber gelek sedemên dîrokî û navxweyî û di serî de ji ber helwesta rêjima Tirkiyê û astengkirina dewletên heremî ev pêvajo nîvco ma. Lê daxwaza gele Kurd derket holê. Ev daxwaz dê bi ser bikeve, dê gele Kurd jî rojekê bigihêje mirazê xwe û mafê xwe yê sereke bi dest bixe. Her çend ev pêvajo nîvco mabe jî û konjoktorê destûr nedabe vê yekî jî em bendewar in ku rêveberiya Herêma Kurdistanê dê xwedî li daxwaza gel derkeve.

KDP.info:- Hûn rola Serok Mesûd Barzanî li Rojhelata Navîn û cîhanê di pirsa Kurdan de çiqas giring dibînin?

Mithat Sancar: Dîrokê, rol û mîsyoneke girîng daye ser milê pêşengên gelê Kurd. Birêz Masûd Barzanî jî di salên dawî de helwesteke giring nîşan da. Daxuyaniya wî ya “şerê birakûjî bi dawî bû” ji bo me çavkanî û referanseke zor giring e. Em hêvîdar in ku birêz Barzanî vê helwesta xwe bidomîne, kêşeyên rojane yên di nav rêxistinên Kurd de bi diyalogê çareser bibin. Ji bo xatirê xedrê dîroka Kurd, divê em israr bikin ku hemî pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Herwiha hêviya me ji birêz Masûd Barzanî ew e ku pêşengiya çareseriya kêşeya Kurd bike û kar li ser avabûna aştiyê bike. Em têkiliyên dîplomatîk, burokratîk ên Herêma Kurdistanê ligel dewletên heremê têdigehên û e dizanin ku dê Herêma Kurdistanê dost û neyarên xwe jibîr neke. Têkiliya herî giring jî bi Tirkiyê re ye. Ev têkilî bila nebe sedema kûrbûna nakokiyan di navbera hêzên Kurd de. Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî baş dizane ku rêjima Tirkiye dixwaze berberiyan di nav hêzên Kurd de gur bike, nakokiyan kûr bike û di dawiya dawî de jî wek helwesta wî ya li hemberî referanduma serbixwebûnê statuya Kurdan asteng bike. Ji ber vê yekê, bila her gavavêtinek li ser dînamîkên navxweyî yên civata kurd werin avakirin.