Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xebat kir û xwîn da û raperîn kir ji bo ku bi serbilindî bijî

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30yemîn salvegera Raperîna gelê Kurdistanê ya sala 1991ê peyamek belav kir û ragihand, gelê Kurdistanê xebat kir û xwîn da û raperîn kir ji bo ku bi serbilindî bijî û her kes û aliyek jî bixwaze ji biha û armancên Raperînê kêm bike bi rastî nepakiyê li xwîna şehîdan û bi dehan sal xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dike.

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîhemîn salvegera Raperîna mezin a gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû niştimanperwer û têkoşer û azadîxwazan û hemû çîn û welatiyên Kurdistanê dikim.

Raperîn, redkirina sîtem û dagîrkeriyê bû û di heman demê de jî pêngaveke mezinî tevgera rizgarîxwaziya Kurd bû ji bo destpêka qonaxeke girîng ya xebata gelê me. Armanca Raperînê vegerandina ax û maf bû ji bo gelê Kurdistanê ku demeke dirêj bû bi agir û hesin û zordariyê ji xelkê Kurdistanê hatibû zeftkirin. Raperîn ji bo wê yekê bû ku gelê Kurdistanê bikaribe li ser axa xwe û di çarçoveya proseyeke demokratî û damezrandina dam û dezgehên şer`î, azadane mafên xwe bidest bîne.

Di vê salvegera pîroz de ez tekeziyê li ser wê yekê dikim ku pêwîst e armanc û bihayên Raperînê ji bo heta hetayê bilind û berqerar bimînin û bi tu awayekê nabe armanc û destkeftên Raperînê ji riyên xwe bêne veqetandin û di şûna babetên dinên sînordar de bêne biçûkkirin. Gelê Kurdistanê xebat kir û xwîn da û raperîn kir ji bo ku bi serbilindî bijî û her kes û aliyek jî bixwaze ji biha û armancên Raperînê kêm bike bi rastî nepakiyê li xwîna şehîdan û bi dehan sal xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dike. Ji aliyekî din ve jî bi sedan hezar gedeyên Kurdistanê amade ne berevaniyê li armanc û bihayên bilind ên Raperînê bikin.

 

Mesûd Barzanî

05.03.2021”