Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo serokê Îtîlafê: Ew bûyerên ku li Efrînê çêbûne me xemgîn dikin

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 03.03.2021ê li Selehedîn Serok Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Niştimaniya Sûriye Dr. Nesir Herîrî kir

Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê û geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê û herêmê hatin gotûbêjkirin û Serokê Îtîlafî Niştimaniya Sûriyê Dr. Nasir Herîrî spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku herdem hevsozî nehametî û girift û kêşekanî xelkê Sûriyê bûye û pêşwazî li sedan hezar aware û penaberên Sûriyê kiriye. Herweha yad û merasîmên meha Adarê bilind nirxand ku beşekî giring ê xebata gelê Kurdistanê pêk tînin.

Her di civînê de Serok Barzanî tekez kir ku ew ligel wê yekê ye ku qeyrana Sûriyê bigihê çareseriyê weha ku aramî û tebayî di navbera gelên Sûriyû û hemû pêkhateyan li xwe bigire.

Herweha Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragihand ku ew bûyerên li Efrînê çêbûne cihê nîgeraniyê ne û ew bi giringî berê xwe didin bûyeran û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê û hêvî kir ku di siberoja Sûriyê de berjewendiya gelan û pêkhateyên Sûriyê liberçav were wergirtin.