Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK-Bakur: Mele Mistefa Barzanî neteweya Kurd ji nemanê rizgar kiriye

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) bi boneya 1ê Adarê, 42yemîn. salvegera koça dawî ya rêberê û pêşengê bizava rizgariya gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî, peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PDK-Bakur dibêje “Em wek PDK – Bakur, di 42emîn salvegera koçkirina wî de, serokê neteweyî Mele Mistefa Barzanîyê nemir carek din bi giramî bi bîr tînin.”

PDK-Bakur dibêje: “Bêgûman, Mêle Mistefa Barzanî ne tenê lehengekî bêhempa, qumandarekî serkeftî û serkirdeyekî zîrek bû; ew herweha ji bo her Kurdekî li ser rûyê cîhanê hêviya azadî û rizgariyê jî bû. Hemî Kurd û Kurdistanî bi dil û can û bi bawerî piştgirî dan têkoşîna wî ya ji bo Kurdistana azad û aram. Cihê şanaziyê ye ku Mele Mistefa di temama jiyana xwe de alaya Kurdan hertim bilind kir û bi tevî her astengî û bêîmkaniyan jî nehêla agirê azadiyê li ser axa Kurdistanê vemire. Bi vî awayî, ew hem doza Kurd û Kurdistanê hilgirt ser milên xwe û hem jî hişt ku ev doz di serdema nûjen de li ser lingan bimîne, ber bi pêş ve here, bikeve rojeva cîhanê û rêz lê bê girtin.”

Di peyama xwe de PDK-Bakur diyar dike ku Mele Mistefa Barzanî neteweya Kurd ji nemanê rizgar kiriye û hêştiye ku îro parçeyek ji welat bi encama wê biryardariyê azad be û dibêje: “Doza me ya neteweyî li sernaserê Kurdistana mezin berdewam be. Ji ber van taybetmendiyên xwe, Mele Mistefa Barzanî di çavên her Kurdek xwenas de gihaştiye asta serokê neteweyî û dê hertim weha bimîne. Barzaniyê nemir dizanibû û bi her kesî dida zanin ku, hebûn û azadiya gelê Kurdistanê bi rizgarkirina axa Kurdistanê ve girêdayî ye, û lewra jî diruşma “Yan Kurdistan Yan Neman” diyariyê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kiriye.

PDK – Bakur jî, wekî her Kurdekî dilsoz, xwedî li mîratê Mele Mistefa Barzanîyê nemir derdikeve, rêbaza wî wekî kilîla rizgariya Kurd û Kurdistanê dibîne, û li ser wê rêbazê xebat û têkoşîna xwe didomîne.”