Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îmam Taşçier: Armanca Barzaniyê Nemir serxwebûna gelê Kurd bû

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Parlaenterê HDPê ji bajarê Amedê Îmam Taşçier dibêje, Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî di nava Kurdan de sînor nasnedikir û hemû Kurdistan wek axa xwe didît.

Îmam Taşçier ji malpera KDP.info wiha got: “Barzaniyê Nemir li herçar perçeyên Kurdistanê sînor nas nedikir û ew herçar perçeyên Kurdistanê wek mala xwe didît, ku doza azadî û serbestiya herçar perçeyên Kurdistanê dikir.”

Taşçier wiha domand: “Barzaniyê Nemir têkoşîneke mezin kiriye ji bo ku gelê Kurd serbixwe û azad bibe û yekîtiya Kurdan çêbibe û Kurd yekgirtî û yekrêz bin û têkoşîneke mezin ji bo wê yekê kiriye.”

Îmam Taşçier wiha got: “Li Mihabad Barzaniyê Nemir ligel Qazî Mihemed ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşîn kiriye û qet xwe nedaye destê dijminan. Li çiyayan xebat kiriye û karê dîplomatîk mezin ligel welatên cîhanê kiriye. Di 42yemîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de em birêz vê rojê bibîr tînin.”