Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ozçelîk: Ala Kurdistanê ya ku Qazî Mihemed da destê Barzaniyê Nemir, ti carî li erdê neketiye

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê Mustefa Ozçelîk dibêje, jiyana Barzaniyê Nemir bi şer, koçberî, sorgun, wêranî û bi tirajîdyayên mezin ve hatiye nexşandin, herwiha jiyana Barzaniyê Nemir bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşaneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatiye hûnandin.

Mustefa Ozçelîk ji malpera KDP.info re got: “Barzaniyê Nemir bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî û di dibistana welatperweriya wan de perwerde bûye. Li ser doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyd Riza, Îhsan Nûrî û Qazî Mihemed bû.”

Ozçelîk wiha domand: “Barzaniyê Nemir wek serfermandarekî artêşa Komara Kurdistan di avakirina Komara Kurdistan de roleke dîrokî lîstiye. Piştî hilweşandina Komara Kurdistan, 11 salan li Yekîtiya Sovyet ligel 500 hevalên xwe yên Pêşmerge jiyaneke tije zihmetî derbas kir.”

Mustefa Ozçelîk wiha got: “Ala Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemed da destê Mustefa Barzaniyê Nemir, ti carî li erdê neketiye û ew ala ku Barzaniyê Nemir da destê Pêşmergeyên Kurdistanê, tevî êş û zilm û komkûjiyan ve, bi têkoşîna Pêşmergeyên qehreman û bi têkoşîna hemû kedkarên doza azadiyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfiraz li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrêhatiye bilindkirin.”

Ozçelîk wiha domand: “Xebat, têkoşîn, sekin û kesayetiya Barzaniyê Nemir îro jî ji bo hemû Kurdên cîhanê cihê rêzê û hêviyê ye. Ew pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêbazek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navdewletî de jî cihekî wî girîng hebû.”