Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Çarşema 24.02.2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Matthew H. Tueller peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Amerîkayê li hember gefên rêxistinên terorê, piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî piştî êrîşa terorîstî ya bajarê Hewlêrê. Spasiya hêzên ewlehiyê yên Herêmê jî kir ji ber jêhatîbûn û şarezabûna wan di serederiya ligel êrîşên terorî û demildest lipeyçûn û lêkolînkirina bi hemahengiya ligel hêzên Hevpeymanan de.

Matthew Tueller amaje bi pêgeha girîng û stratejîk a Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn kir weke hevpeymanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got: “Bi hemahengiya ligel Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê, em ji bo ku encamderên vê êrîşê baca tawana xwe bidin û bigihin cezayê xwe, dixebitin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka û hêzên Hevpeymanan kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke her dem, faktoreke girîng a asayîş û seqamgîriyê bibe li herêmê.