Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê: Serok Barzanî jiyana xwe ji bo azadî û mafên neteweya xwe terxan kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê kir û di wê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê got Serok Barzanî jiyana xwe ji bo azadî û mafên neteweya xwe terxan kiriye.

Îro Çarşema 24.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Artak Apîtonyan Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê û şandeke li gel kir ku ji Harçya Poladyan Balyozê Ermenîstanê li Iraqê û Arşak Manokyan Konsulê Ermenîstanê li Hewlêr û çend dîplomatkarê Wezareta Derveya Ermenîstanê pêkhatibûn.

Di civînê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Ermenîstanê pêzanînên ji bo xebat û keda Serok Barzanî hebû ku jiyana xwe ji bo azadî û mafên neteweya xwe terxan kiriye. Her wiha spasî Serok Barzanî û sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku li parastin û kûrtirkirina pêkvejiyan û parastina mafê pêkhateya Ermen li Herêma Kurdistanê. Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare peywendiyên dîplomasî û bazirganiyên li gel Herêma Kurdistanê bihêz û berfirehtir bike.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiya kevnar û dêrîna gelê Kurdistan û gelê Ermenîstanê û wê yekê xisterû ku pexşa yekem ya radyo ya Kurdî li Yêrîvana paytexta Ermenîstanê belgeye li ser wê peywendiya dîrokî û çandiniya di navbera her du gelan. Xweşhaliya xwe jî bi wê yekê derbirî ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Ermenîstanê berfirehtir bibin. Eve jî dûpatkir ku Kurdistan wekî mînaka pêkvejiyana olî û neteweyî dimînê û bi hemû şiyanek piştevaniyê li mafên pêkhatên Herêma Kurdistanê dike.