Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encûmena Wezîran guftûgoya pêşketinên projeyasaya budceya federal û Herêma Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro 24.02.2021ê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê bi serokatiya serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cîgirê serokê encûmena wezîran Qubad Talabanî ve civiya.

Destpêka civînê de cîgirê serokwezîr û serokê şandeya danûstankar pêşketinên dawiyê û rêveçûna guftûgoyên li gel Hikûmeta Iraqê yên derbarê pirsa bûdce û mafên darayî yên herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya 2021ê de rawe kir û ragehand ku danûstandinan berdewam dikin û naha amadekariyeke baştir heye bo çareser kirina vê mijarê.

Piştre wezîrê darayî û aborî Awat Şêx Cenab û wezîrê plandanan Dara Reşîd jî bal kêşandin ser amadekariyên dawiyê yên projeyasaya budceya herêma Kurdistanê ya sala 2021ê û amaje bi wê yekê jî kirin ku piraniya amarên wezaretên wan hatine amade kirin bo ku budceyekî şefaf û rastî bê amade kirin.

Di civînê de wezîrê plandanan reşnivîsa projeya peyrewa havbeşî kirina navbera sektora giştî û sektora taybet li herêma Kurdistanê aşkera kir û piştî guftûgoyan û nêrîn li ser dayînê peyrew hate pejirandin.

Mijareke din ên civînê jî pejirandina reşnivîsa projeyasaya wezareta elektrîkê ya herêma Kurdistanê bû ji aliyê wezîrê elektrîkê Kemal Mihemed Salih ve hate aşkera kirin.

Herwaha mijara dawî ya civînê jî Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî raportek derbarê vîrusa koronaya nû de pêşkeş kir û plana wezaretê ya derbarê tedbîrên tenduristiyê de aşkera kirin.

Piştre jî Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd piştrast kir ku xwandin dê berdewam bike, lê bi mercê liberçav girtina tedbîrên tenduristiyê yên ji bo parastina selametî û jiyana xwandevanan û mamostayan û karmendên perwerdê û navendên xwandinê ve.

Encûmena Wezîran li gel spasiya wezareta tenduristiyê û wezaretên peyvendîdar ên din kir, heman demê de wezaret û fermangehên hikûmetê jî erkdar kir ku tedbîrên xweparastin û rênmayiyên tenduristiyê li berçav bigrin. Daxwaz jî li hemwelatiyan kir ku alîkariya bicîhanîna plan û tedbîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bikin bo pêşî girtina li belavbûna vîrusa koronaya nû.