Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo danustandineke rastî û zelal ji bo birêvebirina Iraqê amade ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza berdewamya gotûbêja aliyên Iraqî kir, ragihand ku gerek bi zelalî rûnin û danustanê bikin û Herêma Kurdistanê amade ye ji bo bihêzkirina lihevtêgehiştin û danûstandinê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 21ê Sibata 2021an li Hewlêr beşdarî merasima 18emîn salvegera kuştina mezinê şîeyên Iraqê Mihemed Baqir Hekîm bû û di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got divê lihevtêgehiştin û hevkariya xwe bihêz bikin û herêma Kurdistanê bo vê armancê amade ye.

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê min ê ezîz Seyîd Emmar Hekîm

Mêvanên birêz…

Bi xêrhatina we dikim bo Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê. Bi şanazî îro ji bo bibîranîna şehîdên Iraq û Kurdistanê em li vê derê hatine ba hev. Di 18 saliya şehîdê dilovan Seyîd Muhamed Baqir El Hekîm de wî û tevahiya şehîdên Kurdistan û Iraqê bi giramî bibîr tînin.  Slav li malbatên şehîdên Iraq û Kurdistanê be. Şehîd û malbatên wan her tim cihê rêzê ne.

Mêvanên birêz..

Gelek asayî ye îro bi boneya bibîranîna malbateke xebatger û olî ya weke El Hekîmî em hemû hatine ba hev. Çimkî mezinên vê malbatê hemû caran hewl dane hemû mezheban nêzîkî hev bikin û hevbeşiyek di nav gelê Iraq û gelê Kurdistanê de dirust bike. Lewma gelek girîng e ku di rojek wiha de em peywendiyên xwe bihêz bikin. Bi rastî her tim ev yek xwest û karê şehîdê dilovan bûye.

Îro jî Erebên Şîe, Kurd, Sunne û hemû pêkhateyên din ji hemû caran zêdetir daxwaza hevbeşî û pêkvejiyanê ji bo aramiyê ji aliyên siyasî dikin. Her ev yek rêbazî şehîdê dilovan û serkirdiyên me yên dîrokî bû.

Şehîdê dilovan û mucahîdê mezin ê Iraqê Seyîd Mihemed Baqir Hekîm, yek ji damerînerê Tevgera Şoreşa Îslamî ya Iraqê bû li dijê rejimên dîktar ên li Iraqê. Ew kesayetekî zana yê Iraqî di warê şerîet, felsefe, siyaset û aborî de bû, lewma ew li derbarê paşeroj û çareserkirina pirsên welat de xwedî perspektivîke berfireh bû. Wî her tim hewl dida mezhebên Iraqê nêzîkî hev bike û ji bo wê yekê kar dikir. Herwiha bawerî bi wê yekê hebû ku divê dest ji rêbaza rasteqîne ya bavê xwe bernede ku her tim li dijî dîktoran bû û hevkarî ligel gelê Kurdistanê dikir. Rola şehîd Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir Hekîm sala 1986an di kongreya piştevaniya Iraqê li Tehranê de ew bû ku mafê rasteqîne yê gelê Kurdistanê biparêze. Di mijara briyarên kongreyê de di navbera rehmetî Îdrîs Barzanî û û şehîdê dilovan de hevkarî û piştevaniyeke baş hebû. Ew hevkarî û peywendiyên wan di salên paştir de jî berdewam kir.Rastgoya Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir Hekîm li piştevanîkirina mafê gelê Kurd de di hemû rewşan de ji aliyê serkirdeyên Kurd ve her tim bûye cihê rêzê.

Her bi saya wê helwestê zemîn dirust bû ku Serok Mesûd Barzanî û Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir Hekîm hevdîtina li ser avakirina sistema federal û hevbeşî ya Iraqê danûstandinan bikin. Di kongreya sala 2002an a li Londonê de biryar li ser danîna sîstemeke demokratîk û federal ku di dahatûya Iraqê de hemû pêkhate beşdar bibin. Bi boneya vê yekê li vê derê rola têkoşerê mezin şehîd Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir Hekîm careke din bibîr tînin. Wî bi dirêjahiya jiyana xwe di hemû kongre û rêveberiyên ku tê de cih girtine biwefa mafê gelê Kurdistanê parastiye.

Bêguman em îro heman helwestê ji birayê ezîk Seyid Emmar Hekîm û hemû birayên xwe yên ji malbata Al Hekîm û aliyên din ên Şîe dikin. Çunkî vê hevbeşî û hevxebat bingeheke xwe ya dîrokî û bihêz heye. Peywendiyên di nav malbata Barzanî û şoreşa Kurdistanê ligel malbata Hekîm û aliyên din ên Şîe û tevgerên siyasî, li ser baweriya rewa hate avakirin. Di encama peywendiyên rehmetî Mele Mistefa Barzanî û Ayetullah Îmam Seyid Muhsîn Hekim de di navbera gelê Kurdistan û dilovanên Ehlê Beyt de xweşewîstiyeke mezin çêbûye. Bi saya nameyên berdewam ên Barzanî ye nemir ên derbarê sores û rewşa Kurdistanê de ji bo Îmam Seyid Muhsîn Hekîm sala 1965ê di heyama Şoreşa Îlonê de şerê li dijî Pêşmerge bi fetwayekî heram kirin.

Herwiha şehîd Ayetullah Seyîd Mihemed Baqir Hekîm jî di sala 1974an de bi fetwayekî şerê li dijî Kurdan heram kir. Bi heman şêweyî di dema nivîsandina destûra bingehîn de Ayetullah Elî Sistanî jî li dijî federaliyê derneket û berevajoyê wê piştevaniya mafê gelê Kurdistanê kir ku di destûra bingehîn de cih bigire.

Ew helwestên dîrokî bûne wesîle ku di navbera Kurd û Şîeyan de xweşewîstiyeke mezin çêbibe di her warî de. Herwiha hevxebatiya rasteqîne ya di navbera herdu aliyan de bû wesîle ku rejîma dîktator a li Iraqê hilweşe. Ew yek hem ji bo gelê Iraq û hem ji bo gelê Kurdistanê destkevtiyeke mezin bû. Me ew helwesta dîrokî û rasteqîne ya di navbera herdu aliyan de di şerê li dijî DAIŞê de jî dît. Di encamê wê de DAIŞ hat têkşikandin.

Lêbelê piştî şerê DAIŞê rewşeke xirap pêkhat. Pêwendiyên me ne bi dilê me ne. Bêguman em dizanin ku ne bi dilê birayê me yê Şîe ne jî. Bi taybetî jî ewên ku di roja zehmet de bi me re bi hevxebatî li dijî rejîma Sedam kar kirine. An jî ewên ku xebera wan ji wan rojan hebûn. Di şerê dijî dîktatorî û DAIŞê de ji bo yek armancê xwîna me teve hev bû. Îro jî di biranîna rêzgirtina şehîdên me de pêwîst e bi bihêzkirina ji hev têgihiştinê û bi hev re karkirinê di navbera me de em ji bo dîroka birayetî em bi wefadarî, hevxebata di navbera her du aliyan bi hewbeşî dirist bikin. Em amade ne, ez di wê baweriyê de me ku, dilsoziya Seyîd Emar Hekîm ji bo pêwendiyên dîrokî û hevxebata me, herwiha dilsoziya serkirdeyê Şîe yê din ji bo ev rabirdûyê û mubarekiya berdewamiya merciyeta ji bo bi hev re bûn û birayetiya di navbera Şîe û kurdan de bingeheke gelek başe ji bo bihêzkirina ev pêwendiyane.

Bêguman divê birayên me yên Sunne jî beşdarî vê hevbeşiya me bibin. Çunkî hemû hevbeşiyên di navbera me de bêyî beşdarbûna Erebên Sunne temam nabet.

Amadebûnên birêz…

Diyar e em em careke din bi hev re birûnin û gotûbêjan bikin. Divê bingeha danûstandinên me jî ev be; pirsa tî netewe û pêkhateyek Iraqî nayê wateya serkeftina pêkhateyeke din a Iraqî. Berevajoyê wê rewşa xirab dibe ya hemû pêkhateyên Iraqê. Bi heman şêweyê pêşketina her navçe û parêzgeha Iraqê dibe xêr pêşketina hemû Iraqiyan. Ji destpêka damezrandina Iraqê pirsa sereke ew e ku di navbera pêkhateyan de ti caran hevbeşiyeke rasteqîne çênebûye û rêveberiyeke hevbeşî pêk nehatiye. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve Iraq ti caran ji pirsgirêkan rizgar nebûye. Herdu aliyên Iraqî Sunne û Şîe dizanin ku bêyî Kurdan hevsengiyeke nekare were avakirin. Lewma tekane rêya rêveberiyeke baş ew e ku hemû pêk hate di rêveberiya welat de cihê xwe hebin.

Pirsgirêka sereke ya Iraqê ji destpêka damezrandina wê ve nebûna şeraket û hevbeşiyê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de di birêvebirina Iraqê de bûye, ji ber vê jî Iraq ji destpêka damezrandina xwe ve ne bêyî kêşe bû.

Her du pêkhateyên erebî yên Iraqê jî ji Sunî û Şîeyan, dizanin tu yek ji wan bi tenê û her du jî bêyî Kurdan nikarin hevsengiyê çêbikin, ji ber vê jî hevbeşiya hemû pêkhateyên Iraqê di birêvebirina Iraqê de tekane rê ye ji bo birêvebirineke serketî ya Iraqê. Her ev jî tekane rê ye ji bo hukmekî sivîl ê xizmetguzar ku hevwelatiyên Iraqê dilxweş bike.

Nabe tu pêkhateyeke Iraqê li benda jinavçûna pêkhateyeke din bimîne, çunkî ev bendewariyeke bêhûde ye. Berê ev bendewarî pêk nehatiye û dê di siberojê de jî pêk neyê. Nakokiya ku vêga çêbûye, bi tu awayî ne di bendewariya damezrînerên mezin ên tevgera me ya azadî û siyasî de bûye, niha jî bi tu awayî ne di berjewendiya gelê Iraqê de ye.

Aramî, pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê divê cihê dilxweşiyê be ji bo hemû aliyên siyasî yên Iraqê, çunkî em beşek ji Iraqê ne. Pêşketina Herêma Kurdistanê pêşketina beşeke Iraqê ye û ji bo hemû Iraqiyan e. Herwek çawa pêşketin û avedaniya Necef, Kerbela, Besre, Enbar û Tikrîtê pêşketin e ji bo Herêma Kurdistanê.

Xelkê Kurdistanê hêviya wan ew e hemû Iraq aram û pêşketî be, çunkî ev dibe sedema xweşjiyanê ji hemûyan re, dibe sedema zêdebûna derfetên kar û pêşketina aborî û pêşketina zanistî di hemû Iraqê de.

Xwedayê mezin samanekî zêde yê sererd û binerd daye Iraqê, şiyanên xelkê Iraqê di hemû cîhanê de şahidiyê ji wan re dide, lê mixabin hergav nakokiyên siyasî û raçav nekirina hevbeşiyeke wekhev a hemû pêkhateyên Iraqê di biryar û birêvebirina dewleta Iraqê de wisa kiriye gelê Iraqê di nexweşî û kêm xizmetguzariyê de bijî.

Divê piştî wê hemû dîroka dirêj ji kêşeyên Iraqê, piştî nerazîtiyên xelkê, pêwîst e îro berî sibe em dest bi guftûgoyeke ciddî bikin, ji bo birêvebirineke jîrane ya Iraqê bi beşdariya hemî pêkhateyan.

Nabe em çaverêyî hevrikî û kampînên hilbijartinê bikin, çunkî gelê Iraqê gelekî hişyar e û ti lîstik û kampîneke hilbijartinê nikare wisa lê bike çavê wî realîteya Iraqê nebîne.

Gelê Iraqê piştevaniya wê yekê dike ku rojekê berî rojekê dest bi çakkirina rêgeha siyasî ya hukm û biryara siyasî û îdarî ya Iraqê bike. Rojekê berî rojekê pêngav were avêtin ji bo rastkirina proseya siyasî û birêvebirina Iraqê, gelê Iraqê hîn bêtir piştevaniyê lê dike.

Em îro amade ne dest bi gotûbêjeke ciddî û eşkere bikin ji bo rastkirina proseya siyasî û birêvebirina Iraqê. Li vir jî û di vê salvegera pîroz de em vê bangewaziyê arasteyî hemû aliyên Iraqî dikin ku bila em dest pê bikin.

Serketina me bi hevbeşî û pêk ve dibe, danalî û marjînalîzkirin di dema borî de Iraq wêran kir. Bêguman ev rêbaz dê siberoja me jî wêran bike.

Lewma divê em îro dest pê bikin û êdî qet çaverê nekin, çunkî em nizanin ên ku çaverê dikin, çaverêyî çi dikin.

Êrişa DAIŞê, bihêzbûna DAIŞê, dagirkirin û wêrankirina beşeke zêde ya Iraqê ji hêla DAIŞê ve bi sedema nemana hevbeşî û tifaqê li Iraqê bû. Serok Mesûd Barzanî çend caran hawar kir û hişyarî da ku takrewî û têkdana tewafiqê Iraqê ber bi wêranbûnê ve dibe, lê mixabin guh lê nehat kirin û dûre jî bobelat qewimî.

Di encamê de em niha dibînin ku beşeke zêde ya Iraqê ji ber êrişên DAIŞê wêran bû. Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi hezaran şehîd dan, 1810 pêşmerge ji bo ragirtin û têkbirina DAIŞê şehîd bûn, xwişk û birayên me yên êzdî bi kom hatin kuştin û heta niha jî 2768 êzdî cih û ser winda ne.

Niha jî da ku bingeha tundrewiyê li Iraqê nemîne, da ku Iraq tûşî dagirkarên mîna DAIŞê nebe, ji bo ku em bikarin bersiva daxwazên xelkê bidin, divê em vegerin destûra Iraqê û divê mafê birêvebirinê yê hemû navçeyan hebe, divê em tifaq û hevbeşiyê di birêvebirina Iraqê de ava bikin.

Bi hêviya Iraqeke pêşketî, em careke din silavê dişînin ji bo canê pak ê şehîdê mîhrabê ayetullahê herî mezin Mihemed Baqir Hekîm û hemû şehîdên Kurdistan û Iraqê.”