Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Holandayê behsa giringiya bicîhanîna rêkeftina Şingalê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Holanda li Iraqê kir û di hevdîtinê de konsoulê giştî yê Holandayê li Hewlêr jî amade bû û pêşxistina peyvendiyên navbera Holanda û Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Îro Yekşema 21.02.2021ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Holandayê li Iraqê Michael Rentinar kir û di hevdîtinê de konsolê giştî yê Holandayê li Hewlêrê Hans Akerboom jî amade bû û di hevdîtinê de peyvendiyên navbera Holanda û herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Balyozê Holandayê li Iraqê amadebûna welatê xwe bo bihêzkirina zêdetir a peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê nîşanda û diyar kir li ser giringiya piştgirî kirin û rahênana hêzên Pêşmerge bo tekoşîna dijî terorê berdewambûn bin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Holandayê kir û balkêşa ser çaksaziyên hikûmetê. Bi taybet di warê hemûalî kirina çavkaniyên dahat û pêşxistina sektorên pîşesazî û çandiniyê ku derfetekî baş heye herêma Kurdistanê sûd ji şiyan û şarazayî û ezmûnên dewlemend ên Holandayê wergire.

Giringiya bicîhanîna rêkeftina Şingalê û wegera aramî û seqamgiriyê li navçeyê jî mijareke din ê guftûgoyan bû.