Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Holanda bo Serok Barzanî: Emê alîkarê Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bimînin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Holanda li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Balyozê Holanda tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî di şerê terorê de alîkarê Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dimîne.

Îro Yekşema 21.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Michel Rentenaar Balyozê Holanda li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Hans Akerboom Konsulê Holanda li Hewlêr amade bû, Balyozê Holanda li Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê û parastina aramî û şerê terorê de hebû.

Herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku welatê wî di şerê terorê de alîkarê Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dimîne.

Her di vê civînê de di derbarê çawayiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Holanda ya li warê çandin û warên cûda cûdayên din de gotûbêj hatin kirin.