Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Koşka Sipî ya Amerîka ragihand ku ew kar dikin ji bo destnîşankirina berpirsên êrîşa ser Hewlêrê.
Îro Sêşema 16.2.2021 Koşka Sipî ragihand: “Serokê Amerîka mafê bersivdana (êrîşa ser Hewlêrê) heye, lê li hêviya destnîşankirina wan kesên li pişt êrîşê ne.”
Şeva borî çend rokêt li ser Hewlêrê û derdora wê ketin û di encamê de 3 welatiyên Hewlêrê birîndar bûn û belênderekî Amerîkî jî hat kuştin û 5 belênder jî birîndar bûn.