Hewlêr-KDP.info- Nûneratiya Kanadayê ya li Hewlêrê derbarê êrîşa mûşekî ya ku duhî bi şev bo ser Hewlêrê pêk hatibû, şermezar kir.
Di daxuyaniyekê de, Kanada bi tundî êrîşa han şermezar dike û tekeziyê li ser wê yekê jî dike ku Kanada piştevanê xelkê Kurdistanê ye.
Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kanada piştgîriya hewlên Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê yên bo lêkolîna li ser êrîşan û dîtina berpirsên wan êrîşên dike.