Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Almanya êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Almanya li hember êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê dilgiraniya xwe nîşan da û ragihand, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.

Wezareta derve ya Almanya bi daxuyaniyekê êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva borî pêk hat, bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên qurbaniyan û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje: “Em êrişa rokêtî ya li ser binkeya asmanî û bajarê Hewlêrê bi awayê herî tund protesto dikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha tekez dike: “Em dê mil bi mile Iraqiyan di şerê dijî terorê de û ji bo istiqrarê berdewam bin.”