Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir: Em ji bo parastina Kurdistanê amade ne

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed têkildarî êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û têde ragihand grûpekê li derveyî yasayê bi cilûber û di bin siya Heşda Şeibî de êrîşî ser Hewlêrê kiriye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê êrişa şeva Duşemê 15ê Sibata 2021an ya li ser bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da û wiha got: “Girûpeke li derveyî yasayê ku li rex Heşda Şeibî û bi berg û îmtiyazatên wan bûye, şevê din (15.2.2021) saet 9:30 bi mebesta xerakirina aramî û asayişa paytexta Herêma Kurdistanê bi awayekî tirsonek çend rokêt avêtin nav bajarê Hewlêrê, ku bûn sebeba ziyanên mirovî û madî û çêbûna dilgiranê li cem xelkê sivîl ê Hewlêrê.”

Berdevkê PDKê wiha domand: “Em jibilî şermezarkirina wî karê terorîstî kirêt, daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û serî de jî Amerîka dikin ku tevê şermezarkirina wî karê dijminkarî, bilez lêkolîn û dîvdeçûnê bikin û kes û aliyên berpirs di ber wê êrîşê de li gorî yasayê bighên sizaya xwe.”

Mehmûd Mihemed da xuyakirin ku cihê mixabinê ye ku bûyerên bi vî rengî çendin car e dubare bûne û ji ber cezanekirina wan taqiman cureta wan zêde bûye ku li ser wan karên xwe yên terorîstî berdewam bin.

Berdevkê PDKê ragihand: “Ne tiştekî veşartî ye û em bi zelalî dizanin ku eqliyeta vê grûpa faşîst û dûr ji hizrê pêşketî, çavê wê bi pêşkeftin û aramî û jiyana xweş a xelkê Herêma Kurdistanê bar nabe û qebûl nakin ku pêkvejiyana netewî û olî li Kurdistanê hebe û tişta ku ji wan tê xwestin bicîh tînin.”

Bi gotina Mehmûd Mihemed ew awayê kar li gel Hewlêr û Herêma Kurdistanê encamên baş nabin û çend Iraq ne aram e di hemû waran de tûşî alozî û pirsgirêkan dike û dê ne aramiyan zêdetir bike.

Berdevkê PDKê herwiha got: “Tevî piştevaniya me ya tamam bo Hikûmeta Herêma Kurdsitanê em radigihînin ku tevahiya serkirdayetî, kadir û endamên me bo parastina statûya Herêma Kurdsitanê û paytexta Herêma Kurdsitanê weke hercar amade ne û dê berdewam bin li ser vê rêbaz û baweriyê û dê bergîriyê li statûya Herêma Kurdistanê û Hikûmet û xelkê wê bikin.”