Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokmarê Iraqê: Dr. Roj kesayetiyekî şoreşgêr û niştimanperwer bû

Bexda-KDP.info- Serokmarê Iraqê Dr. Berhem Salih ji ber koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, Dr. Roj kesayetiyeke şoreşgêr û niştimanperwer bû û di qonaxên cuda yên xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê de roleke mezin dîtiye.

Berhem Salih ragihand: “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya Dr. Roj Endamê Polîtburoya PDKê û xebatkarê bi ezmûn û kesayetiya xuya û naskirî ya Kurdistanê bihîst.

Dr. Roj, jibilî ku ji malbateke naskirî ya Silêmaniyê bû û kurê têkoşerê xuya Nûrî Şaweys û Nahîde Şêx Selam bû, ew bi xwe jî kesayetiyeke şoreşgêr û niştimanperwer bû. Wî di qonaxên cuda yên xebata rizgarîxwaz a Kurdistanê de roleke mezin dîtiye. Piştî herifandina rêjîma dîktator a Beis beşdar bû di nivîsandina destûrê Iraqê de û piştre çend postên diyar li Iraqê wergirt.

Bi vê boneya xemgîn ez pirse û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkar û heval û dostên rehmetî re dişînim û ji yezdanê mezin lavakar im ku canê rehmetî bi buhiştê şa bike.”