Hewlêr-KDP.info- Tevgera Goran ji ber koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys peyameke sersaxiyê ji Polîtburoya PDKê re şand.
Tevgera Goran di peyama xwe de ragihand: “Bi dax û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya têkoşerê dêrîn û endamê polîtburoya PDKê Dr.Roj Nûrî Şaweys bihîst.
Ji ber koça dawî ya Dr. Roj em şirîkê xem û kovana PDK û endam û alîgirên PDKê ne. Herwiha em sersaxiyê ji malbata wî xebatkarê re dixwazin.
Hêvîdar im ev nexweşiya dawî ya hemû aliyan be û cihê rehmetî buhişt be.”