Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys Endamê Polîtburoya PDKê, Polîtburoya YNKê peyameke sersaxiyê belav kir.
Polîtburoya YNKê di peyama xwe de ragihand: “Bi dax û xemeke zêde me koça dawî ya Endamê Polîtburoya PDKê birêz Dr. Roj Nûrî Şaweys bihîst.
Dr. Roj Nûrî Şaweys têkoşer û siysetmedarekî bi ezmûn bû. Para mezin a temenê wî di xebat û têkoşîn û xizmetkirinê di warê siyasî û bicîhanîna karê hikûmî de birê kir. Mixabin ku me ew jidest da.
Em sersaxiyê ji we re û ji tevahiya mervên Nûrî Şaweys re dixwazin. Em hevbeşê xema we ne. Ji xwedayê mezin lavakar in ku ev xema we ya dawî be.”